AFRINPOST-Taybet
Niştedagîran duh roja Çarşemê mala şehîd Mihemed Mistefa ku di teqîna sûka Hal ya bajarê Efrînê de şehîd bûbû, dema xwediyên wî bi merasîma veşartina wî re mijûl bûbûn, desteser kirin.
Çavkaniyeke pêbawer ji Afrinpostê re ragihand ku niştedagîran mala wî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê li herêma Qûs talan kir. Her wiha hewl dan ku traktora wî ya çandinî jî bidizin, lê hinekan beriya wan bateriya traktorê dizîbûn, ji ber vê yekê nikarîn traktor bidizin û wiha çavkaniyê dewam kir; niha mala şehîd di bin destê niştedagîr û çekdarên ji milîsên dagirkeriyê de ye. Beriya ku desteser bikin keç û xizmên wî bi bihaneya ku ne xwediyê malê yê rast in, qewitandin. Lê belê mal a kurê apê şehîd “Ebû Kawa” ye, şehîd û malbata xwe ve li ser wekaletnameya wî tê de dijîn.
Şehîd Mihemed Osman Mistefa ji şêniyên gundê Qîbarê yê bi ser Efrînê ve ye, roja Sêşemê 24’ê Mijdarê 2020 piştî nîvro, di teqîna sûka Hal de şehîd bû.