AFRINPOST-Taybet
Pirî caran şêniyên Efrînê yên koçber xemgîniya xwe ji ber dûrbûna ji axa bav û kalan tînin ser zimanan, lê zêde bi hesreta wê diçin. Ji ber ku dema koça dawî dikin, li derveyî axa xwe tên veşartin. Ev yek jî gelekî li zora koçberên Efrînê diçe. Piranî Kurdên Efrînê bi mirin û veşartina wan li ser axa wan şanaz in û tevî ku yên niha li Efrînê mane û rojane bi zor û îşkenceyên milîsên Ixwanî re dimînin, lê belê wê weke şans ji xwe re dibînin ji ber eger mirin, wê di axa xwe de werin veşartin.
Lê belê çîroka kalemêr Mihemed Elî Xelîl cuda ye: Mihemed Elî yê 60 salî ji gundê xwe Kêla yê navçeya Bilbilê, dema êrîşên dagirkeriya Tirkî li ser Efrînê, bi darê zorê koçber bû û berê xwe da herêmên Şehbayê. Lê belê rewşa wî ya tenduristî xerab bû û gihîşt asteke metirsîdar, ji ber wê daxwaz ji malbata xwe kir ku çi dibe bila bibe, wî vegerînin gundî wî(Kêla) da ku di axa bav û kalan de were veşartin. Malbata wî li ser daxwaza wî biryar da ku wî bi rêya revandinê(ji ber dagirkeriyê qedexe kiriye) derbasî herêma Efrîna dagirkirî bikin.
Di çarçoveya peymana revandinê de, malbata kalemêr Mihemed Elî Xelîl 1000$ beramberî gihandina wî ji Helebê bo bajarê Ezazê û ji wir bo Efrînê da milîsan.
Pîremêr Mihemed Xelîl 6’ê Mijdarê bi laşê xwe yê lawaz û nexweş ku di dilê xwe de xweziyên mezin û hêja yên pêknehatî hiştine, gihîşt gundê xwe Kêla. Mihemed Xelîl şeva xwe ya dawî li gundê xwe derbas kir ku bi derketina rojê re giyanê wî firiyabû asîmanan.
Rast e pîremêr Mihemed Elî Xelîl bi rengekî trajedî ji dunyayê bar kir, lê xwesteka wî ya mirin û veşartina wî li ser axa Efrînê bi cî hat.
Li bajarê Helebê jî malbatên Kurd bi zanabûn termên miriyên xwe derbasî sindoqên textî dikin û bin ax dikin, bi hêviya ku rojekê ji rojan Efrîn rizgar bibe û wan careke din derxin û bi xwe re bibin Efrînê û li wir veşêrin.