Milîsên “Firqeya El-Hemze” 18000 lîtire zeyt wek bac li ser gundê Maratê sepandin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn berhema zeytûnan li gelek zeviyên şêniyên gundê Maratê yê bi ser Efrînê ve talan kirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku zeytûnên zeviyên welatiyên Kurd bi navê Seîd Eyûbî, Mistefa Eyûbî, Seydo Bekir, Fewzî Hacî, Fewzî Seydo, Îbrahîm Seydo û Bekir Seydo hatin talankirin û teqez kir ku behemê talankirî bi qasî 200 çiwal zeytûn e.

Li kêleka wê milîsan li ser şêniyên gund 1000 teneke zeyt(her yek ji wan 16 KG) sepandin. Her wiha li ser guvaştgeha gund jî 150 teneke wek baca mewsimê sepandin.

Bi hesab hejmara tenekeyên zeytê 1150 ye, her yek ji wan 16 KG zeyt e, û ji bêtirî 18400 lître ye. Piraniya vê zeytê bi rêya Tirkiyê ber bi dewletên Ewropî ve diçe ku li wir bi nirxekî bilind tê firotin, lê qezenceke pir hindik ji wê digihêje nava destên şêniyên Efrînê, ji ber Enqere û milîsên wê yên Ixwanî piraniya dahateyên mewsima  zeytûnan talan dikin.

Di vê çarçoveyê de milîsên dagirkeriya Tirkî 35 darên zeytûnê yên welatiyê Kurd Mihemed Xoce ji şêniyên bajarokê Mabeta li ser rêya Efrîn-Raco birîn.

Êdî aşkere ye ku hemû mewsimên Kurdan li Efrîna dagirkirî ji diziyê re vekirî ne, ne tenê zeytûn her wiha tirî, pelên simaqê û her darên bi ber tên talankirin piştre jî dibirin û ji xwe re dikin êzing.

Related posts