Li Mabeta piştî revandina keça wan mêrek û hevsera wî hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Mabeta ragihand ku desthilatên Tirkî, Şemiya borî 24’ê Cotmehê, welatiyekî Kurd bi navê Îbrahîm Xencer û hevsera wî Narîn Ala bê sedem revandin û ew birin navenda wan a ewlehî li navenda navçeyê.

Piştî ku milîsan keça wan Medya Xencer ku wek karmend di meclisa xwecihî ya dagirkeriyê li navçeyê dixebitî revand, ew jî revandin. Heta niha çarenûsa wan û yên ji beriya wan jî hatine revandin, nediyar e, ji nava wan serokê meclisa xwecihî “Ebid El-Mutelib Şêx Nasan e”.

Revandina Kurdan û bi taybet ciwanan li herêma Efrîna dagirkî dewam dike. Herî dawî 25’ê Cotmehê desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên polîsên sivîl bi kordîneya li gel milîsên Lîwa Semerqend û “Ceyş El-Şerqiyê û Ehrar El-Şam” li gundê Kûra, Kefersefrê û navenda navçeyê di nav hin hebûn, hejmarek ji Kurdan revandin.

Related posts