Li ser rêya gundê Dargirê ji ber avêtina guleyan 3 welatiyên Kurd birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî, ji rêya di navbera bajarokê Mabeta û gundê Dargirê li devera bi navê “Bîra Izet Hesen Reşê” gule û top bêserûber avêtin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan gule derdora saet 08:00 ji êvara roja Yekşema borî 25’ê Cotmehê hatin avêtin.

Rêxistinê destnîşan kir ku milîsên “Firqeya El-Hemze” ew dever dagir kiriye û wiha dewam kir; ji ber avêtina guleyan 3 welatiyên Kurd ji şêniyên bajarokê Mabeta birîndar bûn û ew jî ev in;

  1. Narîn Yûsif Çawîş hevsera Elî Henan Elîko, bi nasnav Henan Karê
  2. Hevsera Mihemed Şabo
  3. Mihemed Şehbo bi nasnav Hemcan ku bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê, lê rewşa wî ya tenduristî niha baş bûye.

Sûcên bi vî rengî ji aliyê dagirkeriya Tirkî û çekdarên bi navê “Ceyş El-Hur” li herêmê bi rengekî dorveger dubare dibin.

Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê li navenda herêmê ragihand ku maşîneyeke leşkerî ya Tirkî li navçeya Cindirêsê 20’ê Cotmehê pêlî motorsikletekê ku 2 Kurd lê siwar bûn, kir. Di encamê de kesek rasterast mir û piştre bi demekê yê din jî jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihan wê demê da zanîn ku her du xortên li motorsikletê siwar bûbûn, Kurd birayê hev bûn, ew ji şêniyên gundê Kurzêlê yê bi ser bajarê Efrînê bûn û navên wan jî wiha bûn; Rêzan Xelîl Umer û Yasir Xelîl Umer

Nûçegihan da zanîn ku maşîneya leşkerî ya Tirkî bi lez ber bi dergeha Hemam

 ve diçû û piştî pêlîkirinê  li her du xortan xwedî derneket.

Related posts