Rêxistineke Almanî hewl dide niştedagiriyê li Efrînê bipeyitîne

AFRINPOST-Taybet

Qaşo meclisa xwecihî li herêma Efrîna dagirkirî peymanek li gel rêxistineke Almanî bi navê Welthungerhilfe (WHH) ji bo sererastkirina malan ji  penaberên Ezazê û Efrînê re îmze kir.

Dagirkeriya Tirkî dixwaze bi rêya vê projeyê jiyana li Efrînê bi niştedagîran xweş bike.

Di vê çarçoveyê de Afrinpostê bi rêya şopandina Sosyal Medya agahdar bû ku ya bi navê meclisa xwecihî 22’ê Cotmehê 2020 peymanek li gel rêxistineke Almanî ragihand. Ew rêxistin wê malên bi serî nebûne û seqet bûne li Ezaz û Efrînê sererast bike.

Related posts