AFRINPOST-Taybet
Di çarçoveya handana niştedagiriyê û plana guhertina demografîk, peydakirina aktorên niştedagiriyê de “komeleya El-Eyş Bîkerame” ya taybet bi Filistiniyên 48, desteserkirina erdên welatiyên Kurd li gundê Til Tewîl û avakirina projeyan dewam dike.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku komeleya Filistîniyên 48 erdên li dorhêla gundê Til Tewîlê ku beriya wê di Gulanê de desteser kiribû, bêtir desteser dike û dest bi avakirina mizgeftekê li ser kiriye. Erdê desteserkirî yê welatiyê Kurd ji gundê Eşûnê yê navçeya Bilbilê ye.
Nûçegihan da zanîn ku komele wê erdên desteserkirî bide niştedagîran ji bo ku ji xwe re biçînin û projeyan ava bikin, lê zêde niştedagîr li wê herêmê bi cî bibin.
Tê zanîn ku projeya avakirina mizgeftê ji aliyê komeleyên Ixwanî Qeterî ve hatin fînansekirin.