AFRINPOST-Taybet
Li herêma Efrîna dagirkirî çekdar û niştedagîr bazirganiyê bi mal û milkên şêniyên Efrînê dikin û hêjî dewam dike, êdî ji bo wan bûye debara jiyanê. Di heman demê de şêniyên Efrînê milkên xwe bi pereyan ji niştedagîran vedigerînin.
Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku 3 malên din li bazarê ketin. Ew mal li taxa Eşrefiyê li aliyê rastê ji baxçeyê taxê dikevin. Du mal ji yên hatine firotin, ên welatiyê Kurd bi navê Mihemed Dada ne, her du malên wî bi 1100$ hatin firotin. Malek ji aliyê kesekî ji eşîreya Bobena û ya din jî ji aliyê kesekî ji Ezazê ve hatin kirîn.
Mala sêyem a ku hatiye firotin, a welatî Henîf ji gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera ye. Ew berê karmendê şaredariyê bû. Mal wî jî bi 1100$ hat firotin.
Di heman çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî “polîsên leşkerî”, mala welatiyê Kurd bi navê Reşîd Xelîl Xelîl ji şêniyên navçeya Bilbilê ye, bi 600$ firot kurê meta xwe yê niştedagîr. Mal xaniyekî erebî ye û li kêleka kompaniya kehrebeyê li taxa Eşrefiyê dikeve.