Bi nav… ji ber ku tevlî şerê li dijî Qerebaxê nabin, milîs çekdarên xwe diqewitînin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, beşeke mezin ji çekdarên xwe yên koma “Neîm”, ji ber ku çûna şerê li dijî Qerebaxê red kirin, qewitandin û her çekdarê ku di Efrînê de maye, çeka wî hat desteserkirin û mûçe ji ser wan birîn.

Nûçegihan karî navên ku razî nebûn biçin şerê li dijî Qerebaxê, belge bike ku ew jî ev in; Mihemed El-Hemewî, Îmad Mehmûd û Fewzî Mehmûd

Ew çekdar ji gundê Iwêce yê gundewarê Helebê yê bakur-rojhilat in, lê zêde çekdarekî 4’ê bi navê Ehmed Feysel jî hebû.

Tevî ku dagirkerî û sermilîs çekdaran bi rêya xitbeyên olî yên roja Înê û xitbeya giştî ya di bin navê Cîhada di rêya Xwedê de, diruşme û yekbûna miletê Îslamî, lê zêde dayîna pereyan, lê dîsa jî hejmarek ji çekdaran razî nabin, biçin Azerbeycanê da ku wek çete li dijî hêzên Ermenî şer bikin.

Di rastiyê de sermilîs sozên ku dane çekdarên xwe ku berî biçin, pereyan bidin wan, bi cî nayînin. Bûyera ku bi çekdarên “El-Hemzat” re çêbûye, vê gotinê piştrast dike.

Û ji ber ku wê demê çekdarên “El-Hemzat” neçûn, sermilîsên wan 40 çekdar bin çav kirin.

Ev bûyer di nava milîsên “Sultan Silêman Şah” / El-Emşat/ de jî çêbû. Sermilîsê bi navê Mihemed Casim /Ebû Emşe/ 12 malbatên niştedagîr ji ber ku razî nebûn çekdarên xwe bişînin Azerbeycanê, ji malên ku desteser kiribûn, derxistin û kirin bin konên kampa li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê.

Related posts