Li Şiyê bêtir bac tên sepandin û li Şera jî plana talankirinê li dar e

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku rêbenda ewlehiyê ya milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah” ên dagirkeriya Tirkî li ser barkêşên ku ji guvaştgeha gund tên bacan disepînin.

Nûçegihan diyar kir ku rêbenda milîsan ji her barkêşeke zeytûnan ên ku di ser rêbendên wan re derbas dibin, 2 teneke zeyt distînin. Ev bac li yên berê zêde dibin û debara jiyanê ya şêniyên navçeyê bêtir xerab dibe.

Nûçegihan ji jêderên xwe agahdar bû ku milîsên “Cebha El-Şamiyê”, nîşaneyekê bi rengê sor datîne ser kokên daran. Nîşaneya sor tê wateya ku ew dar ên endamên PYD’ê ne û bi vî rengî desteserkirina daran ji milîsan re hêsan dibe, lê belê di rastiyê de ew dar ên şêniyên Kurd ên koçber in. Her wiha milîsan ji cotkarên gundê Qitmê û Kefercenê û ji xeynî wan xwestin ku kokên darên xwe bi rengê spî  boyax bikin.

Related posts