Milîsên “Sultan Mûrad” beramberî çinîna darên zeytûnan 2000$ wek bac li ser cotkarekî Cindirêsê sepand

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” 2000$ wek bac li ser zeviyekî zeytûnan tê de 1000 darên zeytûnê hene, sepand.

Erd ê welatiyê Kurd bi navê Hecî Mihemed ji gundê Kokebê yê gundewarê Efrînê ye. Ji ber giraniya bacê welatî razî nebû ku darên xwe biçine ji ber ku tiştekî ji berhemê qezenc nake. Lêçûnên xizmeta daran ne bes bû ku milîsan bac jî li ser cotkarên Efrînê disepîne.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku binpêkirinên çekdarên milîsan bi Kurdan tenê ne sînordar e, her wiha zor û zulmetiyê li endamên eşîreya Bobena û Êmîratê jî dikin.

Beriya çend rojan çekdarinan nehiştin ku pîrejineke Ereb zeytûnên xwe biçine. Beriya wê pîrejinê kaxezek ji qaşo meclisa xwecihî ji bo çinîna darên zeytûnê girtibû. Lê belê çekdaran rê li ber pîrejinê girt û heta tûrê zeytûnên ku pîrejinê dagirtibû, vala kirin û pêlî zeytûnan kirin, her wiha gef li pîrejinê xwarin û wiha gotin: Eger careke din tu vegerî nava erd, wê demê darekê bibijêre, da ku em te li binê wê veşêrin. Lê zêde çekdaran gef li kurên pîrejinê jî xwarin.

Beriya mewsima zeytûnan çekdarên milîsan giştînameyek bi navê “Bac” belav kir. Di giştînameyê de hat diyarkirin ku beramberî çinîna mewsimê divê her cotkarek ji 45 sentan heta 2 dolaran bide, lê belê milîsên “Sultan Silêman Şah” ên bi navê “El-Emşat” naskirî ne, baca herî bilind 10 $ li ser herê darê li ser cotkarên navçeya Şiyê sepand. Her wiha milîsên “El-Hemzat” jî baceke komî li ser gundê Qijûma ku ew jî dayîna 1250 teneke zeyt bû.

Related posts