AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku çekdarên milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî ku sermilîsê wan “Ebû Mihemed El-Helezonî” ye, li navçeya Mabeta berhema 600 darên zeytûnê li gundê Birka û Raca yên navçeyê, bi bihaneya ku erd ên kesên ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin, dizîn.
Tê zanîn ku pir zehmet e, sînorê milkên çandiniyê û xwediyên wan werin naskirin. Mijareke wiha pêwîstî bi pisporî û naskirina xwediyên wan heye.
Şêniyekî ji gund, ji ber pêwîstiyên ewlehiyê nexwest navê xwe aşkere bike, ji Afrinpostê re axivî: Yên bi dagirkerî û milîsên wê re dixebitin, agahiyan derbarê şênî û erdan de bi wan re parve dikin û wiha dewam dike; li ba çekdarên milîsan ti agahî derbarê şênî û koçberan de tune bûn, lê belê yên bi wan re dixebitin ango ajanên wan agahî ji ber sedemên cuda wek pere, xweparastin an jî sedemên kesî didin çekdaran.
Welatiyê bi navê A.W ku yek ji mînakan e, erd û sînorên wan şanî çekdaran dike, her wiha şênî û koçberan bi karê li gel saziyên Rêveberiya Xweser tawanbar dike.
Nûçegihan da zanîn ku diziya zeytûnan li gundê Birka û Raca wek çawa li gundên din ên herêmê dewam dike.