Milîsên “Polîsên Sivîl” 10 welatiyên Kurd li Raco bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “polîsên sivîl” roja Yekşemê 11’ê Cotmeha 2020, deh welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Qêsim ê navçeya Raco bi tawana ku berê di dema Rêveberiya Xweser de derdiketin nobetên parastinê bin çav kirin.

Nûçegihan da zanîn ku dadgeha Raco gazî wan 10 welatiyan kir ku li navenda wê ya li bajarokê Raco amade bibin. Lê belê milîsan ji xwe re fersend dît û bi lez ew deh welatî bin çav kirin. Piştre milîsan her yek ji wan beramberî 1000 lîreyên Tirkî berdan.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji nava kesên binçavkirî, kesayeta naskirî Tahir Silêman Dîko hebû ku ew di salên berê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yê rêjîmê ve hatibû, binçavkirin.

Related posts