AFRINPOST-Taybet
Pêngavên binçavkirinê derheqê welatiyên Kurd de û li herêma Efrîna dagirkirî didomin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku welatiyê Kurd Bangîn Mihemed ji şêniyên navçeya Şiyê ji aliyê çekdarên milîsên “polîsên sivlî” ve li ser rêbenda li têketina bajarê Efrînê roja Înê 2’yê Cotmeha 2020 bi bihaneya tevlîbûna nava hêzên erka xweparastinê ya Rêveberiya Xweser hat binçavkirin.
Xort Bangîn Mihemed karê xebitandina ceneratorê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dikir û li heman taxê li jorî firina Hemade dijî.
Milîs di çarçoveya binçavkirinê de bi taybet ciwanên Kurd bin çav dikin. Herî dawî milîsên “ewlehiya siyasî” welatiyê Kurd Ibrahîm Heyder Osman ji şêniyên gundê Cûqê yê bajarê Efrînê ji mala wî li taxa Eşrefiyê bin çav kir û bir cihekî nediyar.
Milîsên “Feyleq El-Şam” roja Şemiyê 3’ê Cotmeha 2020 welatî Hisên Mihemed Qebiqlaq(30 salî) ji mala wî li taxa Sînaya ya bajarokê Cindirêsê revand. Welatî Hisên ji şîniyên gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ye ê si dikaneke guherîna parçeyên otomobîlan de dixebitî.
Binçavkirina xortên Kurd di çarçoveya şantajkirinê û bidestxistina pereyan de tê ku tenê di meha Tebaxê de milîsan 118 Kurd revandin.