Li navçeya Mabeta di nav de jinek 6 welatiyên Kurd hatin binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn armancgirtina navçeya Mabeta ya gundewarê Efrînê bi pêngavên binçavkirin û revandinê ji bo bidestxistina pereyan û birçîkirina Kurdan di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de dewam dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Polîsên Leşkerî” roja Yekşemê bi ser hejmareke malên bajarokê de girtin û hejmareke welatiyên Kurd di nav de jinek revadin.

Nûçegihan navên hinekan ji wan belge kirin ku ew jî ev in;

  • Waêl Cemîl
  • Mihemed Elî Bîlal
  • Izet Mixtar
  • Elî Hem Zêno
  • Leyla Reşîd qerendel
  • Hîkmet Mameş

Milîsan ew birin cihekî nediyar û hêjî çarenûsa wan heta roja îro ne diyar e.

Beriya wê jî milîsên “Polîsên Leşkerî” komeke din ji şêniyên Kurd revand ku di 30’yê Îlona 2020’an de, 10 welatiyên Kurd ji navçeya Mabeta hatin revandin

Related posts