AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku milîsên “Ewlehiya Siyasî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Yekşemê xortekî Kurd ji mala wî li bajarê Efrîna dagirkirî bi bihaneya ku berê peywendiya wî li gel Rêveberiya Xweser hebû, bin çav kir.
Nûçegihan diyar kir ku milîsan welatiyê Kurd bi navê Ibrahîm Heyder Osman ji şêniyên gundê Cûqê yê bi ser bajarokê Cindirêsê ve, li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bin çav kir û birin cihekî nediyar.
Milîsên “Feyleq El-Şam” jî roja Şemiyê 3’ê Cotmeha 2020’an welatiyê Kurd bi navê Hisên Mihemed Qebiqlaq(30salî) ji şêniyên gundê Hemamê li bajarokê Cindirêsê, ji mala wî li taxa Sînaya ya bajarokê revand.
Hisên di dikaneke guherîna parçey]n otomobîlan de dixebite û heta niha derbarê çarenûsa wî de ti agahî nehatine zelalkirin.
Welatî Hisên di çarçoveya pêngava binçavkirinê ya li vê dawiyê de li herêma Sînaya ya bajarokê Cindirêsê tê ku 20 welatiyên Kurd di nav de xort û xwediyên dikanan hatin binçavkirin. Ji wan ev kes hatin naskirin;
- Nebî Ezîz Nebî
- Idrîs Ezîz Nebî
- Behrî Bazo(baskê)
- Sebrî Reşîd ji gundê Remadiyê û xwedî dikan e
- Mamoste Ehmed Derwîş ji pêkhateya Ereb
Her wiha 3 xortên din jî, ji pêkhateya Ereb hatin binçavkirin, lê nehatin naskirin ku ew kî ne.