AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrîna dagirkirî ragihand ku roja Yekşemê, termê yekem ê çeteyekî Sûrî yê Ixwanî ji çeperên şer ên di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de bi rêya dergeha “Bab El-Selame” gihîşt herêma Efrîna dagirkirî.
Nûçegihan teqez kir ku konê sersaxiyê li taxa Efrîna Kevn ji aliyê xwediyên çeteyê kuştî ve bi navê Mihemed Ehmed El-Şehnê ku ji bajarê Maret El-Numan ê gundewarê Idlibê ye, hat danîn.
Çavkaniyên ragihandinê diyar kirin ku El-Şehne yek ji 55 termên çeteyên Sûrî ye. Duh roja Şemiyê bi şev termê wî gihîşt herêma Hîwarkils li kêleka derbasgeha “Bab El-Selame” ya sînorî.
Nûçegihanê Afrinpostê 27’ê Îlona derbasbûyî ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî mûçeyên çeteyên xwe yên Sûrî li Lîbya kêm kir ku hemwextî wê nivîsgehên dilxwaziya ji şer re li Azerbeycanê vekirin û bi hemjmareke zêde çeteyan navên xwe lê tomar kirin