2 şiqe desteserkirî li bajarê Efrînê ji niştedagîrên Selqîn û Hemayê re hatin firotin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên “Rîcal El-Herb” ku piraniya çekdarên wê ji parêzgeha Hemayê ne, roja Çarşemê maleke şêniyê Kurd bi navê Reşîd Emo ji şêniyên gundê Turindê beramberî 1000 $ firot niştedagîrekî ji gundewarê Idlibê(Selqîn).

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku mala şênî erebî ye û li kêleka zeviyê zeytûnan ê welatî Nûrî Necar li taxa Eşrefiyê dikeve.

Di heman çarçoveyê de, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” mala welatiyekî bi navê “Mistefa Mihemed” ji şêniyên gundê Badîna firot niştedagîrekî Hemayê. Kirîyar ji malbata Berazaî ye. Mala ku kiriye şiqeyeke di qata duyemîn de ye û bi 1500$ kirî. Şiqe li kêleka dibistana Îbrahîm Henano li nêzîkî otostrada nû ya taxa Mehmûdiyê ye.

Related posts