AFRINPOST-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrîna dagirkirî keçên Kurd bi bin gefa kuştinê de neçar dikin ku bi çekdarên wan re bizewicînin.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên dagirkeriya Tirkî bi zorê bi keçên Kurd re û bi taybet ên temenbiçûk re dizewicin.
Nûçegihan destnîşan kir ku bûyereke bi vî rengî li gel keça şênî Xelîl Cafer re li bajarê Efrînê re çêbû ku çekdarekî bi navê Rayêd Emre ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gefa revandin û heta kuştinê li malbateke Kurdî dixwe ger keça xwe pê re nezewicandin.
Tê zanîn ku keç destgirtiya xortekî din lê belê tevî wê jî çekdar dixwaze bi zorê pê re bizewice.
Çavkaniyekê ji nûçegihanê me re got ku çekdar berê çeteyekî Daiş’ê bû û li Dêra Zorê çetetî dikir, piştî ku Efrîn hat dagirkirin hat herêmê û tevlî nava milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bû.
Wî çeteyî li kolana Vîlat a bajarê Efrînê sekinî û durişmeya Daiş’ê got: dimîne û berfireh dibe.
Nûçegihan da zanîn ku bûyereke din bi heman rengî bi keçeke din re li bajarokê Cindirêsê pêk hat. Keçikê navê xwe aşkere nekir û wiha nûçegihan dewam kir; çekdarê ji milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” gef li keçê xwar ku eger pê re nezewice, dê wê bikuje.
Beriya niha hinek raporan aşkere kirin ku piştî dagirkeriya Efrînê rêjeya zewicandina keçên negihîştî yên temen biçûk gihîşt 40%.