Niştedagîrên ji eşîreya “El-Hedîdî” li gundên Bilbilê bi serbestî pezên xwe li nava zeviyên Kurdan diçêrînin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Bilbilê ya gundewarê Efrîna dagirkirî ragihand ku hinek komên ji eşîreya “El-Hedîdî” yên ku li gundê Qestel Miqdad, Qestel Xidiriya û Zarê di bin konan de dimînin, bi rengekî aşkere pezên xwe li nava zeviyên Kurdan diçêrînin. Dema şênî bang li wan dikin ku pezên xwe li nava zeviyan neçêrînin, paşguh dikin.

Di bin sîwana artêşa dagirkeriya Tirk û milîsên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ne, ewlehî nemaye û bêtir malbatên niştedagîr pev pezên xwe tên li Efrînê bi cî dibin. Ew malbat li aliyên çemê Efrînê ji gundê Mela Xelîl yê nêzîkî bajarokê Etmê yê parêzgeha Idlibê û heta gundê Eyndarê yê Efrînê belav dibin.

Şivanên ku ji Idlibê û deverên din tên, pezên xwe bi mebest û keyfî li nava zevî û baxçeyên Efrîniyan diçêrînin û bi taybet di saetên şevê de.

Derbarê kiryarên şivanên niştedagîr de şêniyên Efrînê gelek caran giliya wan li gel desthilatên dagirkeriyê û milîsan kirine. Lê belê ew bi carekê guh nadin daxwazên şêniyan û wek belge daxwaza girtina dîmenên pez û şivanên wan dikin.

Lê tiştê ku aşkere ye, ew e ku şivan bi agahdariya wan pezên xwe diçêrînin.

Li gundê Kefer Batre yê li ser rêya Cindirêsê dikeve, bi dehan ji konên niştedagîrên xwedî pez li nava erdên Kurdan belav in.

Li gundê Bilîlko, Elemdar û Çeqmaqa jî niştedagîr bi serbestî mihên xwe ku hejmara seriyan digihêje 7000  li nava rezan û zeviyan zeytûnan diçêrînin. Şêniyên wan gundan ji ber ku ew şivan ji aliyê milîsan ve piştgirî ne, nediwêrin wan ji nava erd û zeviyên xwe derxin.

Şêniyên Kurd di navbera dizî û talanan de mane ku nedikarin bi şevê malên xwe bihêlin û biçin parastina erdê xwe bikin, ji ber ku eger ji mal derkevin, malên wan tên talankirin û eger neçin bi şevê parastina erd û zeviyên xwe nekin ew jî ji aliyê şivan û niştedagîran ve tên talankirin. Ji ber vê yekê neçar dimînin ku nobedaran bi kirê li ber erdên xwe erkdar bikin.

Related posts