Milîsên “El-Weqas” xortekî Kurd li navçeya Şiyê revand

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku çekdarên milîsên “Lîwa Weqas” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Duşemê 31’ê Tebaxê, xortekî Kurd bi navê Qaziqlî Cemîl Miho(23salî) ji şêniyên gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê bi bihaneya ku dema Rêveberiya Xweser li Efrînê tevlî nava refên hêzên parastina xweser bûbû, revand û bir cihekî nediyar.

Girêdayî çarçoveya revandina sivîlan, milîsên “El-Weqas” hemû revandiyên berê ji şêniyên gundê Hêkiçê beramberî 1000 L.T li ser her kesekî berdan.

Tê zanîn ku milîsên “El-Weqas” li gundê Hêkiçê du caran şênî revandin ku 15’ê Tebaxê 5 şênî di nav de 2 jin revandin û ew jî ev in;

 Henan Sebrî Tana, Melak Subhî Helebî, Zehîde Xelîl Şêx Mistefa, Meqbûle Ebdo Tena û Fewzî Mihemed Tana ne.

Beriya wê jî, milîsên “Lîwa El-Weqas” 9’ê Tebaxê 3 şêniyên din ji mala wan revandibûn ku ew jî ev in; Mihemed Sebrî (58salî), Fewzî Sebrî (56 salî) û Hesen Sebrî (49 salî)

Wê demê nûçegihanê Afrinpostê bi bîr xist ku milîsan beramberî berdana wan ji xwediyên wan fidyeyên malî xwestin.

Related posts