Milîsên “El-Hemze” toreyên kehrebeyê li gundê Keferdelê talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku sermilîsê “El-Hemzat” ê bi navê “Mutez” li gundê Keferdela Jorîn ê navçeya Cindirêsê bû berpirsyarê ewlehiyê.

Çavkaniyê diyar kir ku piştî sermilîs Mutez û çekdarên xwe ve ewlehiya gund radest birin, dest bi talaniyeke berfireh kirin.

Milîsan toreyên kehrebeyê û telefonê li gund û tevî ku şêniyên gund ne razî bûn talan kirin.

Şêniyên gund ji milîsan gotin ku li şûna hûna kehrebeyê bînin, kabloyên kehrebê û telefonê talan dikin. Milîsan jî weke bersiv ji wan re gotin ku divê hûn vegerin dema fanûsan wek bavbîrên xwe.

Yê bi navê Mutez ji bajarokê Hibêt ê gundewarê Idlibê ye. Ji sê mehan ve mala welatî Rehîm li gundê Mezin dagir kiriye. Malbata xwe ji Idlibê anî û xanî desteser kir. Mala xwe bi şêweyekî xurt parastiye wek kamereyên çavdêriyê û çeperan û li ba wî keriyên pez derdora 400 serî heye lê zêde 2 xezal û Tawûs hene.

Related posts