Dagirkeriya Tirkî di şandina çeteyan de ji Efrînê bo Lîbyayê berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî li herêma Efrîna dagirkirî di şandina çeteyan de ji Efrînê bo Lîbyayê berdewam e.

Herî dawî 30 çekdarên Ixwan Mislimîn ji milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah(El-Emşat)” ji Efrînê şandin Lîbyayê da ku li kêleka milîsên hikûmeta “Wîfaqê” şerê artêşa niştîmanî ya Lîbî bikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku 30 çekdarên ji milîsên “El-Emşat” ji gundê Kurka berê xwe dan Lîbya.

Nûçegihan bi bîr xist ku hinek çekdaran razî nebûn biçin Lîbya, lê belê leşkerên Tirk û sermilîsan bi darê zorê ew neçar kirin.

Li bajarokê Şiyê navendeke Tirkî ji bo şandina çekdaran bo şerê Lîbyayê heye.

Çekdar ji wir derbasî Tirkiyê dibin, piştre li Tirkiyê li balafiran siwar dibin û diçin Lîbya.

Êdî milîsên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” yên herêmên bakurê Sûriyê dagir kirine, bûne amûrên Tirkiyê yên pêkanîna berjewendiyên wê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka.

Related posts