AFRINPOST-Taybet
Desteya Tenduristiyê ya herêma Efrînê roja Sêşemê ragihand ku hejmara kesên ku li herêmên Şehbayê bi vîrûsa Koronayê ketine, gihaşt 19 kesan.
Beriya çend rojan li Şehbayê hejmara pêketiyan 14 bûn, lê belê bi tomarkirina 5 rewşên nû hejmar digihêje 19 kesan. Ji wan 19’an 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li kêleka belavbûna vîrûsa Korona li Şehbayê, topbarana dagirkeriya Tirkî dewam dike. Îro dagirkeriyê navçeya Til Rifetê bi bêtirî 10 topan topbaran kir.
Ji ber topbaranê zirarên madî çêbûn.
10 Tebaxê rêxistinên mirovî li herêmê di serî Neteweyên Yekbûyî, rêxistina tenduristiyê ya cîhanê û Xaçesora Navdewletî de bang li hemû dewletên cîhanê kir ku alîkariyên mirovî û tenduristî pêşkêşî koçberan bikin da ku rê li ber belavbûna vîrûsa Koronyaê were girtin.