Milîsên “polîsên leşkerî” li gundê Birîmce yê Mabeta 6 Kurd bin çav kirin û li ser her yekî 250000L.S xwestin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn duh roja Duşemê, 6 welatiyên Kurd li gundê Birîmce yê navçeya Mabetayê bin çav kirin û ji bo berdana wan fidye ji xwediyên wan xwestin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Mabetayê ragihand ku yên binçavkirî ev in; Es-ed Xelîl Mûrad, Nûrî Mistefa Bekir, Şêxo Xelîl Hesen, Fayêq Sebrî Mûsa, Ebdo Xelîl Ebas û Mihemed Beşîr

Milîsên “polîsên leşkerî” ji xwediyên wan ji bo berdana wan û li ser her yekî ji wan 250 hezar lîreyên Sûrî wek fidye xwestin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Related posts