AFRINPOST-Taybet
Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê ragihand ku milîsên “polîsên leşkerî” roja Înê 14’ê Tîrmehê, kalemêrekî Kurd bi navê Remedan Mihemed Elo bi nasnav “Ebû Yasir”(72salî) ji mala wî li gundê Qestela Xidiriyo yê navçeyê bin çav kir.
Nûçegihan da zanîn ku çekdarên Îslamî ji ber ku welatî Remedan di bin konê sersaxiyê de li ser kiryarên wan axivî û got ku kiryarên çekdaran derheqê Kurdan de ne li gorî ola Îslamê ne, bin çav kir. Beriya wê jî welatî Remedan Elo ji aliyê çekdarên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ve hatibû binçavkirin.
Balkêş e ku li vê dawiyê binçavkirin û revandina kalemêrên Kurd zêde bûye. Çekdarên Îslamî ne tenê gotinên nebaş û pîs ji wan re dibêjin her wiha li wan jî didin. Sedema binpêkirinên çekdaran derheqê Kurdan bi hemû kategoriyên wan jî di lîsteyeke tawanbariyê li gel wan de amadekirî ne.
Tevî ku çekdarên milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn ku bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” “naskirî ne, xwe dikin ku li gorî rê û rêbazên olî tevdigerin û yên dîtir jî bi gawirî û xwedênenasiyê tawanbar dikin, lê belê perspektîvên ola Îslamê li ser xwe qebûl nakin. Ew tenê li gorî fermanên dagirkeriya Tirkî yên girêdayî danûstandina bi Kurdên li herêmê mane, tevdigerin.
Mînaka herî nêz û balkêş jî 10’ê Tîrmehê roja Înê, çekdarekî milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi ser mizgefta Ûsame Bin Zayêd li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê de, dema xutba Înê dihat dayîn de girt. Li dijî xutbeya melayê Kurd Şêx Emîn derbarê perwerdeyên Îslamê de derket. Bi wê tenê nekir gef li şêx xwar û got ku tiştê ew li Efrînê dikin, ne dizî ye ew xenîme ne û ya balkêştir ku xutbeya mela amade ji aliyê istixbarata Tirkî ve tê û tenê ew didin.