Şandina çekdarên Sûrî bo Lîbyayê dewam dike û termên çekdarên li Lîbya hatine kuştin li Efrînê tên veşartin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku milîsên “Sultan Silêman Şah” dewreyeke perwerdey ji bi dehan çekdaran li kampeke wê bi dawî kir da ku ji bo şerê Lîbya werin şandin û li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin.

Nûçegihan diyar kir ku sermilîs Mihemed Casim bi navê “Ebû Emşe” dewreyeke perwerdeyê ya çekdaran ku ji 80 çekdarî pêk tê, bi lidarxistina şahiyekê bi dawî kir.

Çavkaniyeke din teqez kir ku milîsên “El-Emşat” termên kuştiyên xwe ji Lîbya tînin û derbasî gundê Qermitliq yê navçeya Şiyê dikin. Piştre kuştiyên xwe bi rengekî nepenî ku qedexeya derketina derve li ser şêniyan disepînin û vedişêrin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan nûtirîn statistîk derbarê çekdarên şandî û kuştiyên çekdarên Îslamî aşkere kir.

Li gorî çavdêriyê roj Pêncşemê 23’yê Tîrmehê 2020 dagirkeriya Tirkî komeke nû ji çekdarên xwe ku ji sedan pêk dihat şandin şerê Lîbya. Bi vê yekê hejmara çekdarên milîsên Îslamî yên heta niha ji bo Lîbya hatine şandin gihîşt 16500 çekdar. Her wiha çavdêriyê bi bîr xist ku bîlançoya kuştiyên çekdarên îslamî li Lîbya di nav de 34 zarok kêmtirî 18 saliyê gihîşt 481 çekdaran.

Milîsên ku bêtir çekdarên xwe dişînin Lîbya ev in; Feyleq El-Mecid, Feyleq El-Şam, El-Emşat, Sultan Mûrad, Siqûr El-Şam û El-Hemzat in.

Related posts