Milîsên “Firqeya El-Hemze” malên pîrejinên Kurd li gundê Qude yê Raco talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Dizî û talaniya milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn li herêma Efrînê ya dagirkirî bi darê zorê, çek û bi piştgiriya desthilatên Tirkiyê didomin.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyekê ji toreya çalakvanên Efrînê re ragihand ku çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” gelek mal li gundê Qude yê navçeya Raco talan kirin.

Li gorî çavkaniyê malên ku hatine talankirin 5 in û xwediyên wan jî ev in:

  • Hemîd Ereb; telefoneke mobayîl, amûrê enerjiya rojê û tiştên malê
  • Erîfe Silêman(hevjîna rihmetî Rifet Hacî Mûsa); 200 hezar lîreyên Sûrî
  • Erîfa Hacî Mûsa(hevjîna rihmetî Subhî Hacî Mûsa); tiştên malê
  • Nazliyê Şêxo(hevjîna rihmetî Heyder Heyder); tiştên malê
  • Xalîde Hacî Mûse(hevjîna Hisên Qenber); tiştên malê

Pirî caran milîsên Îslamî sûcan derheqê jinên Kurd ên Efrînî de dikin. Yek ji wan sûcan ku li gundê Mîdanekbezê sala 2019’an pêk hat. Wê demê komeke çekdar ji milîsên “Feyleq El-Şam” bi ser hejmareke malên welatiyên Kurd de girtin û bi şêweyekî hovane li wan dan ku jinên ducanî di nava wan de hebûn û di encama lêdana tund de zarokên xwe ji ber çûn.

.

Related posts