AFRINPOST-Taybet
Bi rêbazên cuda kuştin li herêma Efrîna dagirkirî di bin sîwana dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn de pêk tên.
Piranî Kurd dibin qûrbana rêbazên çekdarên milîsên Îslamî yên hovane. Armanca pêşîn û paşîn jî yên çekdaran Kurdan bitirsînin û koçber bikin û piştre guhertina demografîk pêk bînin.
Her wiha çekdar bi xwe jî hev bi şêweyên bi vî rengî di çarçoveya tolhildanê de dikujin.
Yek ji diyardeyên bi vî rengî ku li vê dawiyê pir hat ser zimanan, bûyera kuştina zarokan bi şêweyekî ne asayî bû. Jineke nenaskirî zarokan ji avaniyên bilind davêje û piştre xwe vedişêre.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku zarokê bi navê Selah Îbrahîm El-Rec(9salî) ji avaniyeke nêzîkî çerxerêya Newroz ji ber ketina wî ji qata 6’ê, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî malperên alîgir ji milîsên Ixwanî re, zarok Selah Îbrahîm El-Rec ji malbateke niştedagîr a bajarê Helebê ye, jineke nenaskirî bi armanca kuştina wî ji qata 6’ê ya avaniyekê avêt.
Heta niha li Efrîna dagirkirî 5 rewşên kuştinê yên bi rengî hatine kirin ku ya herî dawî roja Çarşemê 8’ê Tîrmehê bû. Wê rojê jineke nenaskirî(niştedagîreke ji bajarokê Edra ya Xûtaya Rojhilat e) zarok Îmad Mehmûd Ikaş ku 2 derbas nekiriye, li taxa Mehmûdiyê ji qata 6’ê ya avaniyekê avêt xwarê û rasterast jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan malbata zarokê avêtî ji Xûtaya Rojhilat e. Girêdayî bûyerên bi vî rengî 2 zarokên din di demên cuda de ji ber ku ji avaniyan hatin avêtin, hatin kuştin. 3 zarok bi heman şêweyî ji avaniyan hatin avêtin lê belê nemirin. Ji wan zarokan yekî 5 salî ku nemir got ku jinekê ez avaniyeke bilind ve avêtim lê belê detayên din nehatin naskirin lê tiştê xuya ku kuştina bi vî rengî bi armanca tolhildanê pêk tê.
vRoj pey roj ew dîmenê civaka bi ewle ku dagirkeriya Tirkî li Efrînê propagandeya wê dike, derew û ti girêdana wê bi rastiya li ser erdê re nîne, ye.