Milîsên Îslamî 2 xortên Kurd li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ku bi navê “Ceyş El-Hur” naskirî ne, 10’ê Tîrmehê 2 xortên Kurd li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revandin.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku her du xortên Kurd bi navê Ebid El-Ruhman Ehmed ji şêniyên gundê Erendê û Eyûb ji şêniyên gundê Cûqê ne û wiha dewam kir;

Ebid El-Ruhman xwedî dikan e û Eyûb jî xwedî kargeha dirûtinê ye. Her du xort bi rêya otomobîleke Van ji ser karên wan li taxa Eşrefiyê hatin revandin.

Milîsên Îslamî revandina şêniyên Kurd li Efrînê bi bihaneyên çêkirî wek peywendiya li gel YPG yan jî alîgirtiya bi rêveberiya Xweser re bi mebesta bidestxistina pereyan ji xwediyê wan, berdewam dikin.

Milîsên Îslamî revandina Kurdan weke navgîneke bidestxistina pereyan bi kar tînin ku di encamê de wan asteng bikin û bidin koçberkirin.

Related posts