Tîmên pispor li gorî nexşeyên amadekirî şûnwarên Efrînê talan dikin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî li herêma Efrînê ya dagirkirî li gorî planeke taybet û xwedî gelek armanc, destdirêjiyê li şûnwarên Efrînê dikin her wiha nîşaneyên cihên şûnwarî jî dirûxînin û bê nasname dikin.

Siyaseta dagirkeriya Tirkî ya destdirêjiya li şûnwarên herêmê hewl dide bîra çandî xira bike û belgeyên dîrokî yên hebûna Kurdan li herêmê ji holê rake.

Êdî teqez bû ku dagirkeriya Tirkî plana dagirkirina Efrînê baş amade kiribû û wek çawa ku nîşaneyên herêmê yên bi nirx û şûnwarî di êrîşên xwe de armanc girtin, nexşeyeke taybet bi cihên dîrokî yên herêmê ji berê de amade kiriye.

Dagirkeriya Tirkî milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Hur ”bi peywira lêgerîna li cihên dîrokî li herêma Efrînê erkdar kiriye. Di karê lêgerîna li parçeyên dîrokî jî desteka wan bi buldozeran û piştgiriya locistîkê dike.

Di vê çarçoveyê de li ser sosyal medya û bi taybet li ser Facebookê hesabên taybet bo weşandina raporên bi dîmen girêdayî lêgerîna li defîne, gencîne û vedana cihên dîrokî hatin dîtin.

Yek ji wan rûpelan, rûpela bi navê “Kinûz û defain El-Madî Sultan Ehmed” e. Profîl û lînka wê rûpelê ev e;  (https://www.facebook.com/kunozwadafa2nalmade/)

Her wiha rûpeleke din bi navê “Wesaiq û Mextûtat Kinûz û Defain El-Madî ” hat dîtin. Ew jî bi heman dirûşmeyêye û lînka rûpelê jî ev e; (http://www.kunuzwadafayinalmadi.simplesite.com/)

Rûpelên bi vî rengî çanda talan û kolana nerewa û bazirganiya bi şûnwaran li ser asta herêmê û tevahiya herêmên Sûriyê yên di bin kontrola dagirkeriya Tirkî de belav dike.

Rûpel rewşên destdirêjiya li şûnwarên dîrokî bi rêya vîdoyan belge dike. Van her du rûpelan bi dehan ji raporên bi dîmen derbarê lêgerîna li defîne û zêran li herêmên cuda yên Efrînê, bi rêya nexşeyên bi şîfre, nîşane û sembolên taybet belav kirine.

Dagirkeriya Tirkî bi bihaneya jinûve reformkirinê, şûnwarên herêmê didize û cihên wê yên dîrokî xira dike. Piştre nîşaneyên Osmaniyan li deverên şûnwarî bi cî dike. Armanca kiryarên bi vî rengî jî dagirkeriya xwe li gorî belgeyên dîrokî ji herêmê re rewa bike.

.

Related posts