Agirê milîsên Îslamî gihîşt darên şêniyên gundê Soxanekê yê Şêrawayê

AFRINPOST-Taybet

Artêşa dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwan Mislimîn ku bi navê Ceyş El-Hur naskirî ne, roja Duşemê agir bi darên zeytûnê yên zeviyên şêniyên gundê Soxanekê yê Şêrawayê xist.

Nûçegihanê Afrinpostê beriya rojekê dîmenê şewitandina bi sedan ji darên zeytûnê yên şêniyên Şêrawayê parve kir.

Li gorî dîmen û nûçegihan agir herî kêm bi bêtirî 8310 darên zeytûnê ket. Dar ên cotkarên gundê Birc qas, Beradê û Kalûtê bûn.

Şewitandina darên zeytûnê yên zeviyên cotkarên Şêrawayê di çarçoveya şewitandina bi mebest û zanabûn de tê ku bi vî awayî debara jiyanê ya Kurdên Efrînê zehmet bikin û kurdan ji herêmê bidin koçberkirin.

Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin 18’ê Adarê 2018’an milîsên Îslamî bi sedan ji darên heraj û zeytûnê hilkirine û şewitandine.

Related posts