Milîsên Îslamî 20 xwendekarên Kurd ji Efrînê li Ezazê revandin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Emin Ezaz”ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, 20 xwendekarên Kurd(xort û keç) dema ku ji Helebê vedigerîn Efrînê ku ezmûnên xwe bi dawî kirin, revandin.

Nûçegihan da zanîn ku milîsan bi bihaneya ku nabe ezmûn li ba rêjîma Sûrî werin pêşkêşkirin xwendekar li bajarê Ezazê revandin.

Beriya wê jî milîsên Îslamî komeke xwendekar dixwestin biçin ezmûnên xwe li Helebê pêşkêş bikin, nehiştin.

Milîsan beramberî derbasbûna wan bo Helebê ji her xwendekarekî 400$ xwest. Ji ber vê yekê dî û vegerîn male û keda wan vala çû û wiha dewam kir;

Xwendekarên revandî bi rêya bazirganan gihîştin Helebê ji ber ku milîsan ew nehiştin biçin bajarê Helebê.

Xwendekar beriya 2 rojan hatin revandin.

Li gorî nûçegihan xwediyên xwendekaran ji bo derxistina law û keçên xwe ji destê milîsan dê fidyeyên malî bidin.

Dagirkeriya Tirkî piştî ku Efrîn sala 2018’an dagir kir bêtirî 49 hezar xwendekarên kurd ên Efrînê ji fêrbûna zimanê dayîkê bêpar hiştin. Lê zêde nehişt ku bi sedan ji xwendekaran xwendina peymangeh û zanîngehê berdewam bikin.

Related posts