Li gundê Mamila milîsan traktoreke çandiniyê desteser kir û melayê mizgeftê bi niştedagîrekî guherand

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Lîwa Sultan Mihemed El-Fatih” li gundê Mamila yê navçeya Mabeta traktoreke çandiniyê ya welatiyekî Kurd desteser kir.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsan beramberî vegerandina traktorê pere ji welatî xwestin û wiha dewam kir; çekdaran traktora welatiyê Kurd ê bi navê Bekir Xelîl Beko desteser kir û piştre neçarî dayînê 600$ Amerîkî ji bo vegerandinê, kir.

Her wiha beriya du hefteyan jî, milîsan melayê gund şêx Reşîd Raco û malbata wî bi bihaneya ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikirin, qewitandin û li şûna wî niştedagîrek erkdar kirin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, şêx Reşîd ji şêniyên gundê Şiyê ye. Piştî ku milîsan ew ji gundê Mamila qewitand, çû bajarê Efrînê.

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn her wiha malbatên wan ên niştedagîr di desteserkirina mal û milkên sivîlên Kurd de bi darê zorê û çekê û bêyî ku ti hesab û lêpirsîn li wan were vekirin, berdewam dikin.

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê roja Şemiyê ragihand ku niştedagîr bi zanabûn peyarêyan desteser dikin û tiştên xwe yên ji bo firotinê li ser radixin.

Her wiha nahêlin ku ti kes parka otomobîlan li pêşiya dikanên wan bi kar bîne, niştedagîr stûnên hesinî bi zincîran bi hev girê dididn da ku ajokar erebeyên xwe li parkê ranewestînên, ew wan parkan milkê xwe yê taybet dibînin.

Di vê çarçoveyê de milîsên “Firqeya El-Hemze” destê xwe danî ser erdê koçberê Kurd ê bi navê Osman Axa. Erdê desteserkirî li taxa Eşrefiyê li ser rêya gundê Turindê dikeve.

Li gorî nûçegihan rûpîvana erd digihêje 4 hektaran û li ser otostrada ku taxa Eşrefiyê bi navenda bajêr ve girêm dide, dikeve. Niha milîs li wir dikanên bazirganiyê û berakiyan ji xwe re ava dikin.

Related posts