Sermilîs Ebû Cimo erdên çandiniyê û bi sedan ji şiqeyên niştecihiyê li taxa Mehmûdiyê û dorhêla wê desteser dike

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku sermilîsên “Ehrar El-Şerqiyê” bi sedan ji şiqeyên niştecihiyê her wiha bi dehan hektar ji erdên çandiniyê li taxa Mehmûdiyê û dorhêla wê desteser kirin.

Yê bi navê Ebû Cimo sermilîsê “Ehrar El-Şerqiyê” bi dehan ji hektarên erdên çandiniyê ku li başûrê dorhêla taxa Mehmûdiyê dikevin, bi bihaneya ku xwediyên wan di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, desteser kiriye.

Lê belê di rastiyê de xwediyên wan ên rast ji gundên Qestel Kişk, Sêwiya û gundê Hisê ne. Yê bi navê Ebû Cimo ji bêtirî du salan ve erdên ku desteser kirine bi kirê dide niştedagîrên ji bajarokê Til Cebîn ê gundewarê Helebê.

Her wiha sermilîsê “Ehrar El-Şerqiyê” li heman taxê erdên niştecihiyê desteser kiriye ku li gorî keyfa xwe dabeş kirine û difiroşe niştedagîran da ku li ser firoşgehên bazirganiyê ava bikin. Lê zêde 30 avaniyên niştecihiyê li herêma dikeve ser rêya Keferşîlê û dorhêla navenda Çandê û heta taxa Mehmûdiyê desteser kirine.

Yê bi navê Ebû Cimo ji pişt desteserkirina erd û malên koçberên Efrînê qezencên pir mezin bi dest xistin ku niha li kolana Vîlat, ofîsên pereguhêrî û veguhastinê di bin navê Ofîsa El-Bereke ya pereguhêriyê vekirine.

Related posts