AFRINPOST-Taybet
Jineke Kurd ku milîsên Cebha El-Şamiyê beriya demekê revandibû, zîndana wan a nepenî ku bi dehan ji revandî û girtiyên Kurd tê de rastî hemû cureyên îşkenceya bedenî û derûnî hatin, aşkere kir.
Zîndan li binavaniya(qebo) desteya rêveberiyên herêmî ya rêveberiya xweser berê dikeve. Avanî li dorhêla çerxerêya Kawa li navîna bajarê Efrînê dikeve û niha bi navê ewlehiya Kawa(ji ber nîzîkbûna ji çerxerêyê) tê naskirin.
Zîndan ji aliyê sermilîsê “Cebha El-Şamiyê” ve yê bi navê Ehmed Cemal Kebso tê birêvebirin. Milîs sivîlên Kurd ên ku li taxa Eşrefiyê direvînin revînin û dixin vê zîndanê, piştre telefonî malbatên wan dikin û fidyeyên malî ji wan dixwazin.
Milîs di vê zîndanê de hemû cureyên îşkenceyê derheqê revandiyan de wek îşkenceya bi bilanko, bisat El-Rîh, dolab, kehrebe û hilkirina neynûkan bi kêrê.
Di vê çarçoveyê de jina Kurd a revandî bi navê (N.X) derbarê tiştê ku di vê zîndanê de ji Afrinpostê re axivî û ev tişt anî ziman;
Ji bo serdana xwîşka xwe ez çûm Efrînê, lê belê milîsên “Cebha El-Şamiyê” ez li ser rêbenda wan li dorhêla çerxerêya Kawa bi bihaneya karê li gel rêveberiya xweser berê revandim û birim navenda wan bi ewlehiya Kawa tê naskirin.
Jina 40 salî ya bi navê N.X wiha dewam dike; çavên min girtin û ez bi lingan ve bi banê zîndanê ve 3 deqeyan daliqandim û piştre bi xertûmê avê li min dan, ji ber êşê eger ku ez danexistima ez ê bimirama û wiha didome;
Di zîndanê de ez ne bi tenê bûm her wiha gelek jin û xortên din ên kurd hebûn. Rojê tenê danekî xwarin didan me ku ew jî nanek û 3 zeytûn bûn. Rojê carekê dihiştin ku em biçin destavê.
Ji ber ku em xizan bûn me nikarî fidye bida milîsan. Piştre ez derbasî zîndana milîsên “polîsên leşkerî” li dibistana bazirganiyê kirim. Li wir ceza 3 meh zîndan li min birîn û dayîna baceke malî bi qasî 2100 lîreyên Tirkî. Piştî ku hevalên xwîşka min pere dan milîsan, ez berdam.