AFRINPOST-Taybet
Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” li herêma Efrînê, jinên xwe di talankirin û diziya pereyên sivîlan de bi kar tînin. Bûyera ku bi niştedagîrê ji Helebê çêbûye mînaka herî nêz û balkêş e.
Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrê bi navê Ebû Ala El-Helebî ji Helebê ye. Li ba wî niştedagîrî firoşgeheke cilûbergên bikarhatî(balê) li kolana siyasiyê li nêzîkî dibistana Emîr Xûbarî ya berê heye. Niha dagirkeriyê firoşgeha wî ji xwe re kiriye navend ku berê rastî şantaja malî ji aliyê jinên çekdaran ve hatibû.
Nûçegihan destnîşan kir ku beriya 2 rojan du jin derbasî firoşgeha wî bûn. Ji xwe re 2 cil hilbijartin û ji wî re gotin ku ew ê tecrûbe bikin. Piştî demeke kurt ji firoşgehê derketin û piştî wê 2 çekdarên ji Humsê ketin firoşgehê û ew bi destdirêjiya li ser her du jinan tawanbar kir û wiha dewam kir;
Çekdaran ew neçar kirin ku bi xwe re bibin navenda wan û ji bo berdana wî 400$ jê standin ku heta tawan ji ser xwediyê firoşgehê rakirin.
Li navenda çekdaran, her du jinan gotin ku xwediyê firoşgehê em xistin firoşgehê û got ku ez ê 100$ bidin her yek ji we, lê belê me ew mijar bi hevjîn û kurên xwe re pareve kir da ku werin firoşgehê.
Lê belê niştedagîr Ebû Ala El-Helebî gotinên her du jinan red kirin û teqez kir ku armanc ew bû ku 400$ ji min bistînin.
Nûçegihan diyar kir ku herêma kolana siyasî di navbera milîsên de hatiye parvekirin û ew milîs jî ev in; Firqeya Sultan Mûrad û hinek navendên “Ehrar El-Şerqiyê” û “Lîwa El-Mecid” lê hene.