Milîsên dagirkeriyê bi deh hezaran dolar ji pereguhêrekî niştedagîr piştî êrîş û lêdanê standin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî ” roja Înê, êrîşî pereguhêrekî niştedagîr kirin û bi deh hezaran ji dolaran jê standin.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê, dema ku pereguhêr berê xwe dabû bajarê Etaribê, çekdaran êrîşî wî kir, lê dan û dalar jê standin.

Nûçegihan diyar kir ku çekdarên milîsên dagirkeriyê rê li pêşiya pereguhêrê niştadagîr girt, ew girt li wî da û pere û otomobîla wî talan kirin.

Nûçegihan diyar kir ku herêma lê êrîş pêk hatiye li jêr kontrola milîsên “Firqeya El-Hemze” û “Feyleq El-Şam” dikeve.

Têkildarî wê navgîneke ragihandinê yên alîgir ji dagirkeriya Tirkî re komeke milîsên “Feyleq El-Şam” re, milîsê bi navê “Hazim Nûrî” ku li gundê Xezawiyê rûniştî ye , bi prosesa êrîş û talankirina pereguhêr rabû, tawanbar kir û destnîşan kir ku ew hat giritn û pereyên hatine talankirin jî 225000 $.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Bilbilê ragihand ku 18’ê Gulanê çekdarekî ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” beriya du rojan dikaneke pereguhêriyê li bajarokê Kotana talan kir.

Wê çaxê nûçegihan destnîşan kir ku çekdar pereyên cuda cuda dizîn jê 2700 lîreya Tirkî, 1100 $ û 400000 lîreya Sûrî talan kir.

Related posts