Rêveberê şirketa avê yê niştedagîr bi rêya çekdaran sivîlên Kurd û tevî rêkarên qedexeyê, neçarî dayîna fatûreya avê dikin

Afrinpost-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî, Ceyş El-Hur” û di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî de, debara jiyanê ya sivîlên Kurd li Efrînê bi rêya sepandina fidye û bacan dorpêç dikin da ku di encamê de wan xizan bikin û bidin koçberkirin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku rêveberê avê yê niştedagîr bangî çekdaran kir da ku welatiyên Kurd neçarî dayîna fatûreyên avê bike. Hemwextî wê jî şêniyên herêmê rewşa wan a jiyanî ji ber bêkarî û rêkarên qedexeyê(Vîrûsa Koronayê) gelek zehmetiyan dikişînin.

Nûçegihan diyar kir ku rêveberê şirketa avê yê bi navê “Ebid El-Qadêr El-Hafiz” roja Duşemê ji bo komkirina fatûreyên avê, bi xwe re milîs birin da ku welatiyan bi darê zorê û tevî kêmbûna avê li herêmê neçarî dayîna pereyan bikin.

Tê zanîn ku milîs tenê heqê avê ji sivîlên Kurd distînin û niştedagîr ji ber bihaneya ku ew koçber in, ji dayînê, tên lêborandin.

Di demeke ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji ber qedexeya derketinê, welatiyên herêmê ji dayîna fatûreyên avê û kehrebeyê bi dirêjahiya dema qedexeya derketinê(Koronavîrûs) efû dike, li herêma Efrînê bi taybetî milîsên dagirkeriyê dayîna fatûreyên avê bi zorê ji sivîlên Kurd destîne.

 

 

 

 

 

  

Related posts