Afrinpost-Taybet
Bi armanca peydakirina tevlihevî û bêaramiyê teqîn li pey teqînê li herêma Efrînê pêk tên. Li gorî çalakvanên Kurd li Efrînê, milîsên Îslamî di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkî de, bi rêya pêkanîna teqînan hewl didin ku prosesên desteserkirin, dizî, revandin, û talaniyê ji xwe re hêsan bikin her wiha sivîlên Kurd asteng bikin û bidin koçberkirin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku sibeha Şemiyê otomobîleke bombebarkirî teqiya. Li gorî nûçegihan di encama teqînê de 6 kes birîndar bûn û birîna du kesan jî giran e û wiha dewam kir; teqîn li ser pira nû li navîna bajarê Efrînê bi rêya otomobîleke ji cureya “Suzuki” pêk hat. Ji nava kesên birîndar welatiyekî Kurd, karê firotina bestenî û dondirme dike, hebû lê zêde ziyanên mezin gihîştin otomobîlan.