Meclisên dagirkeriya Tirkî li Efrînê mafê fatûreya avê ku ji 2 hefteyan ve birî ye, bilind kir

Afrinpost-Taybet

Ya bi navê “Meclisa Navxweyî” ya dagirkeriya Tirkî li Efrînê, di çarçoveya rola xwe ya sûcdar de û rewakirina hebûna dagirkeriyê berdewam e.

Meclis talîmatên istixbarata dagirkeriyê yên bi hewldana guhertina demografîk û rewakirina dagirkeriyê bi temamî pêk tînin.

Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku ya bi navê “Meclisa Navxweyî” bi mebest, nirxê fatûreya avê ya mehane bilind kir ku ji 2000 kir 3000 L.S.

Nûçegihan diyar kir ku “Meclisa Navxweyî” ya dagirkeriyê bi hinceta qîrkirina rêyan, ji du hefteyan ve ava vexwarinê li ser şêniyan birî ye.

Dîsa lê bi şêweyekî din meclisên dagirkeriyê xwediyê taksiyan neçar dikin ku zeliqokekê deynin ser taksiyên xwe û li ser peyva Taxi û numareya tirimpêlê binivîsin û li beramberî wê jî bac bi qasî 5000 L.S bidin.

Piştî ku Efrîn bi temamî 18’Adara 2018’an hat dagirkirin “Meclisa Navxweyî” bi şêweyekî sembolîk û bi armanca rewakirina desteserkirina niştedagîran ji mal û milkên Efrîniyên koçber û yên lê mayî her wiha hebûna dagirkeriyê û milîsên wê hatin avakirin.

Related posts