Kurdên Êzdî li Efrînê ji pêkanîna cejn û rîtualên xwe yên olî bêpar dimînin

Afrinpost-Taybet

Çewsandin û rakirina nasnameya Kurdî ji herêma Efrînê bi rêya sûc û binpêkirinên milîsên Îslamî berdewam e. Bi giştî Kurd û bi taybet Êzdî rojane bi zordestiya milîsan re dimînin ku ji dema Efrîn hatiye dagirkirin ve Kurdên Êzdî ji cejna û rîtualên xwe yên olî bêpar mane. Ji ber ku dagirkerî û milîsên wê bi zordestî bi ser wan de diçin, nikarin xwedî li nasnameya xwe ya olî derkevin.

Di vê çarçoveyê de Kurdên Êzdî weke di dema Rêveberiya Xweser li Efrînê de nikarin cejnên xwe weke cejna Çarşema Sor pîroz bikin. Tevî ku cejna Çarşema Sor li ba wan xwedî taybetmendî û pîroz e, lê belê jê bêpar dimînin.

Di dema Rêveberiya Xweser de Êzdiyan bi serbestî û rehet cejn û bûneyên xwe yên olî pîroz dikirin. Saziyên Rêveberiyê bi şêweyekî fermî di roja cejna Çarşema Sor de betlane dikirin. Ew weke cejneke fermî wek hemû cejnên olî yên misliman û xiristiyanan dihat dîtin.

Niha li Efrînê wek çawa sala 2014’an dema DAIŞ’ê êrîşî Êzdiyên Şengalê kir û xwest nasnameya ola Kurdî ya kevn li wir, ji holê rake, heman şêwaz li Efrînê tê kirin lê bi nav û kirasekî nû. Çeteyên Ceyş El-Wetenî El-Sûrî di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriya Tirkî de, di rakirin û wendakirina nasnameya olî ya Kurdên Êzdî de berdewam in û bi tundî vê yekê pêk tînin ku nahêlin heta Êzdî bêjin em Êzdî ne. Ji ber vê yekê ola Êzdî li Efrînê rûbirûyî qirkirinê ye.

Related posts