Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Çarşemê li navenda herêma Efrînê ketin seferberiyê.
Çavkaniyeke taybet ji Afrinpostê re diyar kir ku milîsên Îslamî propaganda dikin ku dagirkeriya Tirkî ew firotine û li ser wê esasê amadekariyê ji her êrîşeke Hêzên Rizgariya Efrînê re dikin.
Çavkaniyê ji nava bajarê Efrînê ji Afrinpostê re ragihand ku milîsên Îslamî, piştî bihîstina agahiyên firotina wan ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve, li navenda herêma Efrînê bi hişyarî tevdigerin û wiha dewam kir; çekdar ji beriya du salan ve ango ji dema dagirkirina Efrînê ve dizanin ku herêm di destê wan de namîne, Hêzên Rizgariya Efrînê pev hevalbendên xwe ango Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê, dê Efrînê ji wan rizgar bikin ji ber ku Tirkiyê ji nû ve sînorê xwe xêz dike û li gorî wê, wan xwe ji her êrîşekê re amade kirine.
Heman çavkaniyê teqez kir ku wê 7 erebeyên leşkerî li nava Efrînê dîtin ku çawa digerin û ber bi taxa Mehmûdiyê ve bi baldarî diçin.
Hê bi temamî sedemên ku hiştiye milîs bigihînin vê encamê(firotina wan) ne diyar e, lê belê ev seferberî hemwextî zêdekirina hêzên Tirkî li Idlibê her wiha hebûna hêzên zêde yên rejîmê û tevliheviya li ser rêya M4, tê. Girêdayî wê belavbûna vîdyoyên çekdarên Sûrî ên ku li Lîbya hatine dîlgirtin, tirsa wan ku Tirkiyê wan bifiroşe zêde bû, ji ber ku di vîdyoyan de diyar dibe ku Tirkiyê tenê wan bi pereyan ji bo berjewendiyên xwe dide şerkirin.