Koçberekî Efrînî bi rêya çêkirina tembûran barê koçberî û bêrîkirinê li ser xwe sivik dike

Afrinpost-Taybet

Welatiyekî koçber ji Efrînê bi navê “Bekir Ehmed” ji şêniyên gundê Qirigûlê yê navçeya Bilbilê, ji bo ku kelepor û kultura xwe biparêze û gelekî ji lêdana tembûrê hez dike, mala xwe ya li Şêhbayê veguherand navendeke çêkirina amûrên tembûrê.

Welatî Bekir Ehmed ji Afrinpostê re axivî û diyar kir ku dema ew gihîştin Şehbayê, ji bo parastina berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê, Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe yên madî û manewî xistin bin xizmeta şêniyan. Wê çaxê min dît ku rûniştina li malê êş û azarên min ên koçberiyê zêde û giran dike ku di tevahiya jiyana xwe de ez rastî rewşeke wiha nehatime û tevî ku berê pisportiya wî di warê çêkirina cilan de bû, dest bi çêkirina amûrên muzîkî weke tembûran kir. Li ser wê bingehê Bekir Ehmed dest bi çêkirina tembûran kir.

Derbarê şêwazê çêkirina tembûran de Afrinpostê li gel wî hevpeyvîn çêkir û diyar kir ku ew tembûran ji textê darên tû û gûzan çêdike, bi domana demê re karî şêwe û menzereyên tembûran ji raman û xeyalên xwe çêke û wiha dewam kir; destpêkê ji ber ku derfet di destê wî de nîn bû, di çêkirina tembûran de xwe dispart textê tenik, piştre derfetên wî pir bûn û karî amûrên tembûrê ji textê tû û gûzan çêke. Her wiha niha hemû detayên tembûrê bi xwe ji plankirinê, boyaxkirin û peyitandina têlên wê, bi xwe çêdike, ew li ser dirêjahiya 10 rojan dikare 3 amûrên tembûrê yan bêtirî wan çêke û li gorî nirxên wan li sûkan difiroşe ku nirxê her yekê di navbera 60 heyanî 100 hezar L.S ye.

Welatî Bekir diyar kir ku navê wî li tevahiya herêmê belav bûye, gihîştiye astekê ku mişteriyên wî heta ji derveyî Şehbayê hene ku dikana wî bûye navenda çêkirin û firotina tembûran.

Bekir axaftina xwe wiha bi dawî kir: Armanca min ew e ku ez li gorî derfetên xwe alîkariyê ji şêniyên Efrînê re pêşkêş bikim, di berxwedana wan de li gel wan bisekinim heta ku Efrîn rizgar bibe û bi hev re vegerinê.

Related posts