Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn hewldanên xizankirina şêniyên herêma Efrînê bi armanca koçberkirina wan û bicîkirina niştedagîran li şûna wan berdewam dikin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “Cebha Elşamiyê” dikan(berakî) welatiyên Kurd bi armanca li şûna wan mizgeftekê ava bikin, rakirin. Welatiyên Kurd ji pişt van dikanan(berakî) debara jiyana xwe dikirin, milîsan jî rizqê wan qut kir.
Nûçegihan diyar kir ku milîsan li herêma beramberî çerxerêya Kawa li kêleka firina Cûdî berakiyên welatiyên Kurd ku tê de pîşeyên cuda dikirin wek ofîsa veguhastinê rakirin.
Ev bûyer ne ya destpêkê ye û ne jî ya dawîn e ku beriya wê bi sedan ji malên şêniyên Efrînê yên li herêmê mane, li pêşiya wan hatine desteserkirin û bêyî ku karibin xwedî li mafê xwe derkevin. Milîsên Îslamî li gelek gundan rê li pêşiya vegera welatiyên kurd ji xanî, milk û malên xwe re bi hinceta ku bûne navendên leşkerî yên milîsan an jî niştedagîr tê de bi cî bûne, girtin.