Milîsên Îslamî girê gundê Erebo xira kir û li dorhêla wê hin dar hilkirin

Afrinpost

Rewangeha Sûrî ya mafên Mirovan roja Duşemê aşkere kir ku proseyên lêgerîna li şûnwaran li gundewarê Efrînê ku berê rêveberiya xweser bi rê ve dibir, berdewam in.

Rewangehê da zanîn ku çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, li gundewarê herêma Efrînê şûnwarên dîrokî talan dikin û piştre dirûxînin.

Çavkaniyên Rewangeha Sûrî ragihandin ku çekdaran ji bo kolandina girê şûnwarî yê ku li gundê Erebo yê navçeya Mabeta dikeve, buldozer bi kar anîn.

Rewangehê bi bîr xist ku bi dehan ji darên sewrî û merxê li dora gir hebûn lê belê çekdaran piraniya wan birîn, lê zêde darên zeytûnê ku temenê wan bêtirî 50 saliyê bûn, hil kirin.

Ji dema ku çekdarên Îslamî yên Ixwan Mislimîn û dagirkeriya Tirkî, herêma Efrînê sala 2018’an dagir kirine, bi dizî û talankirina şûnwarên herêmê re mijûl in.

Related posts