Afrinpost-Taybet
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn proseyên revandinê derheqê şêniyên Kurd li herêma Efrînê ya dagirkirî bi armanca bidestxistina pereyan berdewam dikin. Milîs bi tawana peywendiya bi YPG’ê re yan jî alîgirtiya bi Rêveberiya Xweser re, sivîlên Kurd direvînin û bi rêya sepandina fidyeyên malî li ser xwediyên wan pereyan ji wan distînin.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şêrawayê ragihand ku milîsên “Feyleq Elşam” li gundê Birc Heyderê derheqê ciwanan û heta kesên temenmezin de dest bi hemleyeke binçavkirinê kir.
Nûçegihan destnîşan kir ku piştî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRF) sermilîsekî “Feyleq Elşam” bi navê “Ebû Xalid” bi operasyonekê di navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyderê de kuşt, milîsan dest bi hemleyê kir.
Nûçegihan navên kesên revandî bi bîr xistin ku ew jî wiha ne; Xidir Xelîl Hec Elî, Xelîl Hesen Hec Elî, Reşîd Bekrî, Egîd Reşîd, Tariq Ehmed Silêman û Silêman Bekrî Arif.
Hejmareke zêde ji şêniyên gundê Birc Heyderê li gund man û tevî astengî û hemleyên revandin û binçavkirinê yên li pey hev razî nebûn ku ji gundê xwe derkevin.
Têkildarî wê nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku 30 malbatên niştedagîr ji Idlib û Xûtayê li gund malên koçberên ji gund dagir kirine.
Milîsên Îslamî revandinê weke navgînekê ji bo bidestxistina pereyan bi kar tînin. Revandin yek ji rêbazên ku milîsên Îslamî di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de derheqê sivîlên kurd de dikin. Armanc jê ew e ku şêniyên Efrînê yên mayî koçber bikin û rê li pêşiya vegera koçberên Efrînî yên li Şehbayê bigirin.