Afrinpost
Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di bikaranîna revandinê weke navgînekê ji bo şantajkirinê û bidestxistina pereyan de berdewam dikin.
Milîs bi rêya revandin û binçavkirinê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane asteng dikin da ku wan koçber bikin û li şûna wan niştedagîrên Îslamî yên ji herêmên cuda yên Sûriyê koçber bûne, bi cî bikin û guhertina demografîk bi serî bikin ku proseya herî dawî ya revandinê li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê pêk hat.
Tevî banga Neteweyên Yekbûyî ya berdana kesên revandî û binçavkirî li Sûriyê, milîsên Îslamî sivîlên Kurd direvînin. Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan roja Înê şiyariya zêdebûna metirsiya pêketina komî bi nexweşiya vîrûsa Koronayê li zîndanên rejîma Sûrî da û destnîşan kir ku rejîma Sûrî derbarê parastina zîndanî û girtiyan de ti tedbîr ta niha negirtine.
Berdevkê komîseriyê Robert Colville li Cenevre di gotûbêja xwe ya li gel rojnamevanan de got ku rewşa li zîndanên fermî yên demkî û bi taybet zîndanên navendî yê tijî zîndanî metirsîdar e.
Colville diyar kir ku heta berî belavbûna nexweşiya vîrûsa Koronayê jî gelek rapor derbarê miriyan de li her 4 navendên ku ewlehiya rejîmê bi rêve dibe her wiha li zîndana Seydnaya jî ji wan re hatine ku di encama îşkenceya giran û bêparbûna ji xizmetên tenduristiyê hejmareke mezin ji zîndaniyan jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha berdevkê komîseriyê derbarê bikaranîna dagirkeriya Tirkî ya av û kehrebeyê weke çek, nerazîbûn û dilgiraniya xwe nîşan da û got ku kiryarên bi vî rengî hejmareke mezin ji sivîlan û bi taybet piştî belavbûna Koronavîrûsê bi xeteriyê re rû bi rû dihêle.
Têkildarî revandiyên Kurd jî, saziyên malbatên girtiyên Efrînê daxuyaniyek ji Ofîsa Neteweyên Yekbûyî re pêşkêş kir û tê de balkişand ser rewşa girtiyên Kurd li zîndanên milîsên Îslamî, lê belê tevî wê jî komîseriya neteweyên Yekbûyî di axaftina xwe de tenê bang li rejîma Sûrî kir û bal nekişand ser zîndanên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî.
Dîsa 3 rêxistinên mafnasî li bakurê Sûriyê daxuyaniyek bi Neteweyên Yekbûyî re parve kir û destnîşan kir ku 3400 revandî li zîndanên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin û heta niha çarenûsa wan nediyar e