Afrinpost-Taybet
Sibeha Înê komeke nû ji çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn ji navenda Efrîna dagirkirî, da ku li gel milîsên hikûmeta “Wîfaqê” li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî bi serkêşiya Xelîfe Hefter şer bikin, çûn Lîbya.
Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku 35 çekdarên milîsên “Firqeya Elhemze” ji taxa Eşrefiyê ber bi derbasgeha Bab Selamê ya nêzîkî Ezazê ve, ji bo perwerdeyê 19 rojan li Tirkiyê bibînin, ketin rê û ji wir ji bo paytexta Lîbya Trablusê hatin şandin û wiha dewam kir; çekdar bi 6 otobûsan di nava wan de ambulansek hebû çûn Tirkiyê.
Hemwextî şandina çekdaran, termê çekdarekî ji milîsên “Elhemze” yê bi navê “Ebdo Ebû Elî” gihîşt herêma Efrînê û roja Pêncşemê hat veşartin. Çekdarê kuştî niştedagîrekî ji bajarê Humsê bû.
Beriya wê jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan 30’yê Adarê aşkere kiribû ku rewşeke dilmanî û nerazîbûnê êdî li nava refên çekdarên ku çûne Lîbya, xuya dibe. Li gorî rewangehê sedema nerazîbûnê jî vedigere ku dagirkeriya Tirkî sozên ku dabûn çekdaran bi cî neanîne.