Afrinpost
Vîrûsa Koronayê her ku diçe li tevahiya cîhanê belav dibe. Têkildarî metirsiyên vîrûsê li welatên cîhanê derbarê girtiyan de hinek rêkar hatin girtin ku ji ber tirsa Koronayê girtî hatin berdan.
Saziya malbatên girtiyan li Efrînê ji desthilatên dagirkeriya Tirkî yên ku serpereştiya milîsên îslamî dikin, xwest ku kesên revandî yên ku li zîndanên milîsên wê dimînin berdin.
Saziyê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê bang li aliyên navdewletî û herêmî kir ku fişarê li desthilatên Tirkî bikin û zagonên navdewletî yên girêdayî girtiyan bin pê neke.
Sê rêxistinên hiqûqî li bakurê Sûriyê ev daxuyanî pêşkêş kirin. Di daxuyaniyê de rêxistinan destnîşan kirin ku derdora 3400 kes di zîndanên dagirkeriyê û milîsên wê de çarenûsa wan ne diyar e.